Ana içeriğe atla

Kardeş türküler - Jin u hebun kürtçe şarkı sözü

Jîn û hebûn
Ez xummxuma avên çeman
Ez çerx û govend û sema
Tînim di nêv katû lema
Jînim im tevger im

Bayê sibê tê xweş ez im
Berfa sibê tê xweş ez im
Xurtî di latê xweş ez im
Hişk û ziwabin ez ter im

Giranbiha me zêr û dûr
Ez dê û bav û xuşk û kûr
Ez tim hebûn im xurt û gurr
Yaqût û la’l û gewher im


Pêş ve diçim kar û xebat
Di nav çîyan de hîm û lat
Pêlan didim Zap û Ferat
Çelq û xumîn û gurgur im

Bihişt en im agir ez im
Bakir ez im rakir ez im
Xemgînkir û şakir ez im
Her dem didim ez nakrim

Pir xurt û hêz im ez hebûn
Ez pêşveçûn û serxwebûn
Her dem di nav damar û xûn
Ez her heme qet namirim

Jîn im bihar im dar û dîn
Candar bi min her dem bi tîn
Min dane wan ev hilm û bîn
Di nêv hebûnê ciger im

Her dem heme peyda me ez
Tava rîwê xeyda me ez
Cama bi dest seyda me ez
Ez ol û vîn û bawer im

Ez ax û ba û av im ez
Ev pêtî û alav im ez
Xweş ronî û pertaw im ez
Xurtî di zendên karker im
Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Nizamettîn Arîç

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Erdoğan emir - To şiya şarkı sözü (türkçe çevirisi)

Waxtê amnanî bî, ti şîya, ez mendo Çimê mi ra çewres çimî, gonî şîye, ez berbo Waxtê amnanî bî, ti şîya, ez mendo Çimê mi ra çewres çimî, gonî reze, ez berbo Kilamo van to dima, zê pepûkî wanon derdo Astarî yenê jan, to qesey kenê mi de Kilamo van to dima, zê pepûkî wanon derdo Astarî yenê jan, to qesey kenê mi de

En çok aranan kürtçe gitar akorları 1

En çok aranan kürtçe şarkı gitar akorları 1   1 AGIRE JİYAN AZADE GİTAR AKORU  2 ROJDA AX LE GIDYE GİTAR AKORU

Adem tepe - Ezım şarkı sözü ( Türkçe anlamı )

Çi evinêk pîr girane Bê te halêm vêrane Gava ez te nebinim Ezim stranê bê sazê Ezim helbestek bê navê Dixwazim bitera kalbibim Ez jîtera tû ji mira lazım Ê de vere ez bê teme Çi bikim aşiqê teme Hesrê çava tê bira mîn